Hat diyarkirin ku di çarçoveya ziyareta Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz a Iraqê de di mijarên wek îxrackirina neft, xaza sirûştî, bazirganî û gihandin de biryarên girîng hatin dayîn.
Li gor daxuyaniya Wezareta Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Yildiz beşdarî "Civîna 17emîn Komîsyona Aboriyê ya Têkel a (KEK) Tirkiye-Iraqê" ku Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm el-Ceferî serokatiya wê kir bû. Di civînê de li ser mijarên bazirganî, veberhênan û vejenê rawestiyan. Hin wezîrên ku beşdarî civînê bûn biryarname îmze kirin.
- Dê xeta lûleyê ya xaza sirûştî bê mezinkirin û sewqiyata neftê zêde bibe
Di hevdîtinê de biryar dan ku sewqiyata nefta xam zêde bikin. Her wiha lijneyan biryar da ku xeta neftê ya di navbera her du welatan de mezin bikin û biryar dan ku ji bo vê dest bi xebatên teknîkî bikin. Di vê çarçoveyê de Tirkiye dê teknîsyenên iraqî yên ku xaza sirûştî di nav bajêr de belav dikin perwerde bike.
- Dê kapasîteya deriyên sînor zêde bibe û deriyên nû bên vekirin
Li gor encama ku her du alî gihiştinê dê kapasîteya Deriyê Gimrukê yê Xabûrê û Deriyê Sînor ê Xelîl Îbrahîm zêde bikin û xebatên xwe yên ku ji bo vekirina deriyên cuda dabûn destpêkirin jî bi lezûbez bidomînin. Lijneyek dê ji bo li ser van mijaran biaxifin dê ji Iraqê bê Tirkiyeyê. Her wiha her du aliyan biryar da ku hejmara seferên balafiran ên di navbera her du welatan de zêdetir bikin. Ji bo vê mijarê jî dê şirketên rêhewayê bên bal hev û hevdîtin bikin.
- Qadên ji bo hevkariya vejenê
Di dawiya civînê de, di qada wejenê de jî hin biryarên ku dê têkiliya her du welata xurtir û geştir bike hatin dayîn. Rêvebiraya Bexdayê soz da ku dê piştevaniya şirketên ceyranê yên taybet ên tirk ku li seranserê Iraqê ji bo binesaziya ceyranê ya Iraqê hewldidin bike.
- Nexşerê hat amadekirin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama "Civîna 17emîn Komîsyona Aboriyê ya Têkel" de biryar dan ku dê meha pêş de, li Stenbolê konferanseke ji bo danasîna qadên veberhênanê yên li Iraqê li dar bixin.