Ahmet Karaahmet
26 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2023
Balafira şer a Rûsyayê êrîşa esmanî bir ser Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û di êrîşê da 3 jê zarok 5 sivîl hatin kuştin, zarokek jî birîndar bû.
Li gor agahiya ku ji xaniyê çavdêriya balafiran a mixalifan hat hildan, li gor saeta herêmî di 21.15an da balafira şer a Ûris ji Balafirgeha Himeymîmê ya li Lazqiyeyê rabû û êrîşî Armanaza bajaroka Îdlibê kir.
Li gor agahiya ku ji Parastina Sivîlan (Kumspî) hat hildan, di êrîşê da ji heman malbatê 3 jê zarok 5 kes hatin kuştin, zarokek jî birîndar bû.
Zarokê birîndar rakirin nexweşxaneya hawirdorê.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya 2017an da biryar dan ku li ciyên ku ne di kontrola rejima Esed da ye, 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" ava bikin.
Rêvebiriya Şamê, terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan û Rûsyayê êrîşên xwe domandin û ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Di îlona 2018an da ji bo xurtkirina agirbestê Tirkiyeyê li Soçiyê bi Rûsyayê ra mitebeqata pêvek îmze kir, lê di Gulana 2019an da êrîş cardin zêde bûn. Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskowayê mitebeqateke teze çêkirin û ev mitabeqet hê bi gelemperî tê parastin.
Di heyama 2017-2020î da nêzî 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kir.