02 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2016
ŞAM
Hat ragihandin ku di bombebarandina balafirên şer ên artêşa Sûriyeyê ya ser Kalamûna herêma paytexta Şamê da li gor tespîtên ewil herî kêm 20 kes mirin û 40 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên parastina sivîl hatin hildan, balafirên şer ên rejimê 45 êrîşên hewayî birin ser Ceyruda navçeya Kalamûna herêma Şamê ya ku kesên li dijî rejimê lê ne.
Di bomberandinê da li gor tesbîtên ewil jin û zarok jî di nav da herî kêm 20 sivîl mirin û 40 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo tedawiyê birin nexweşxaneyên navçeyê.
Endamê komîteya kordînasyona herêmî ya herêma Gutaya Rojhilat a Şamê Yûsuf el-Bustanî diyar kir ku di êrîşa hêzên rejimê da berpirsyarê tenduristiyê yê navçeyê jî mir û wiha dewam kir: "Nexweşxane û navendên tenduristiyê yên li navçeyê bi cesedên ku di êrîşên rejima Esed da hatine kuştin va tije ye. Heta niha nasnameya 20 kesî hat eşkerekirin lê hejmara rastîn ji van zêdetir e.
Bustanî got ku hewcedariya ekîbên tenduristiyê bi amûrên tibê yên bilez hene û tirsa wan jî ew e ku hejmara miriyan zêde bibe.