Haydar Şahin
08 Gulan 2020•Rojanekirin: 08 Gulan 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê bi roketan êrîşî hin herêmên Trablusê kirin, di êrîşan da yek ji wan sivîl 3 kes hatin kuştin.
Emîn Haşîmiyê Misteşarê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Libyayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku milîsên Hefter bi roketan êrîş kirin, di êrîşên milîsan da 3 kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji kuştiyan 2 kes wezifedarên ewlekariyê bûn.
Roketên milîsên Hefter diavêjin di ser Bendera Trablusê, Balafiregeha Mitîgayê û rêya peravê da ketibûn, li gor tesbîtên ewl sivîlek jî hat lkuştin.
- Wezareta Karên Derva ya Libyayê êrîş şermezar kir
Wekî mayîn Wezareta Karên Derva ya Libyayê êrîş şermezar kir.
Di daxuyaniya Wezaretê da Mihemed Seyaleyê Wezîrê Karên Derva got, "Milîsên Hefter bi roketan êrîşî rêya peravê ya rezîdansên Balyozxaneya Tirkiyeyê û ya Îtalyayê lê ne kir, ev li berevajiyê qanûnên navneteweyî ye."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Seyaleyê Wezîrê Karên Derva bi têlefonê li Balyozên Tirkiye û Îtalyayê geriya û axivî.