Önder Beyter
17 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Midûrê Ewlekariyê yê Zelanda Nû Mike Bush ragihand ku di êrîşa terorê ya dijî du mizgeftên li bajarê Christchurchê da hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 50yî.
Bush li bajarê Christchurchê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hejmara qurbaniyên êrîşa terorê derket 50yî û herwiha tedawiya 36 birîndarên ku 2 jê rewşa wan giran e jî berdewam e.
Bush destnîşan kir ku wan, navên kesên ku di êrîşa terorê da mirin dan malbatên wan, lêbelê navê van kesan ji bo raya giştî hê nehatin parvekirin.
Bush got, tedbîrên ewlekariyê yên ku li ber mizgeftên li Nelanda Nû hatine wergirtin, heya ku peywirdar tesbît bikin ku êdî xetere nemaye, dê dewam bikin.
Li bajarê Christchurch ê Zelanda Nû pêr di wextê nimêja înê da 10 deqîqe li pey hev, li dijî du mizgeftan êrîşa terorê hatibû kirin û 49 kes hatibûn kuştin.