İbrahim Atmaca
17 Adar 2019•Rojanekirin: 17 Adar 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû ne ku lê dijî du mizgeftan êrîşa terorê hat kirin û 50 kes di êrîşê da hatin kuştin, 50 kes jî birîndar bûn.
Alîkarê Serokomar Oktay, Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu û heyeta bi wan ra bi balafira CANê ya taybet va li gor saeta herêmî dora 18.00î li Balafirgeha Christchurchê danî.
Oktay û Çavuşoglu li balafirgehê ji aliyê Balyozê Tirkiyeyê yê Wellingtonê Ahmet Ergîn va hatin pêşwazîkirin û tê payîn sibê li cihên ku êrîş lê hat kirin tetqîqê bikin.
- Serokwezîr Jacinda Ardern: "Ji Tirkiyeyê mêvanê me hene"
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern ji bo ku der heqê êrîşa terorê da agahiyên rojane parve bike civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir, ji ber ku ji Tirkiyeyê heyet hatiye ew kêfxweş bûn.
Ardernê wiha got, "Heyeta ku ji Tirkiyeyê hat, ji bo piştgiriya Misilmanan tê, em ji ber vê kêfxweş dibin. Piraniya welatê Tirkiyeyê Misilman e, em li benda wan in."