Türkan Tosun
13 Sibat 2020•Rojanekirin: 13 Sibat 2020
Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Hêrsa Zêde ya girêdayê Hikûmeta Mutebeqeta Neteweyî (HMN) a Libyayê daxuyand milîsên Xelîfe Hefter êrîşî Trablusê kirin, di êrîşê da sivîlek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya navenda çapemeniyê milîsên Hefter êrîşî herêmên sivîlan ên li başûrê rojavayê Trablusê kirin, moşekek li qexwexaneyeke li ser rêya Eş-Şukê ya li Selahadînê ket.
Di êrîşê da sivîlek hat kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.
Milîsên Hefter duh piştî nîvro jî êrîşî cihên li başûrê Zanîngeha Trablusê kiribûn, 5 sivîl birîndar bûbûn. Milîsan pêr jî bi moşekan va êrîşî herêmên Sevanî û Bab et-Tacurayê yên Trablusê kiribûn.
Li Libyayê aliyan pêşniyaza agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê di 12ê Çileya Paşîn da qebûl kiribûn, lê hêzên Hefter guh nedin agirbestê û wê binpê dikin.