Türkan Tosun
18 Sibat 2018•Rojanekirin: 18 Sibat 2018
XEZE
Hat ragihandin Îsraîlê êrişî Xezeyê kir û 2 Filistînî şehîd ketin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Kudra di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got ji ber êrîşên balafirên şer ên Îsraîlê li taxa Selamê ya bajarê Refahê Salim Sabah (17) û Ebdula Ebû Şeyha (17) şehid ketin.
Balafirên şer ên Îsraîlê serê sibê êrîşî Xezeyê kiribûn û bi vê êrîşê va hejmara êrîşên esmanî gihîştibû 7an.
Kudra berê daxuyandibû di êrîşan de 2 Filistînî birîndar bûne.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de jî hat gotin 6 hedefên terorê li Xezeyê hatin îmhekirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di nav wan de li taxa Zeytunê tuneleke ber bi Îsraîlê dihat çêkirin, baregeheke eskerî û li Xan Yunisê fabrîqeyeke çekan çêdike jî heye. Ji ber êrîşên li hemberî Îsraîlê tên kirin Hamas berpirsyar e."
Artêşa Îsraîlê daxuyandibû li başûrê Xezeyê dema wesayîteke eskerî ya ku devriye diavêt derbas dibû bombeyek teqiyabû û 4 esker birîndar bûbûn. Li ser vê bûyerê artêşa Îsraîlê li Xan Yunisa bajarê Xezeyê bi topan ve êrîşî komên berxêder kiribû.