18 Sibat 2018•Rojanekirin: 19 Sibat 2018
WASHINGTON
Wezîrê Parastina Amerîkayê Jim Mattis diyar kir ku ew û Tirkiye li ser heman qenaetê ne ku li Sûriyeyê herêmên ku ji DEAŞê hatin rizgarkirin, divê ji xelkê herêmê ra bê hiştin û wiha got, "Emê ligel Tirkiye û xelkê herêmê yê ku kontrol di dêst da ye, li ser mijarên ku balê belav dikin û li ser mijarên têkildarê hemû qadan kar bikin. Gelek qad hene ku em mîna hev difikirin."
Mattis di vegera ziyareta xwe ya Ewropayê da di balafirê da bersiv da pirsên rojnamegeran.
Mattis bal kişand ku divê kontrola herêmên ji DEAŞê rizgarkir, di destê xelkê wê derê da be û wiha pê da çû:
"Em û Tirkiye em di wê mijarê da wekî hev difikirin ku divê kontrola herêmên rizarkirî ji xelkê herêmê ra bê hiştin. Emê ligel Tirkiye û xelkê herêmê yê ku kontrol di dêst da ye, li ser mijarên ku balê belav dikin û li ser mijarên têkildarê hemû qadan kar bikin. Gelek qad hene ku em mîna hev difikirin."
Mattis da bibirxistin ku Fransa, Îtalya û Îspanya bi Tirkiyeyê ra dixebitin û got ku Tirkiye mitefiqê Amerîkayê ye û di navbera Tirkiye û Amerîkayê da gelek mijar hene.
Mattis diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li ser wê yekê li hev kirin ku der heqê mijarên di navbera herdu welatan da bi hev ra bixebitin.
- Li ser mekanîzmaya Minbicê dixebitin
Li ser pirsa der barê "Tirkiye û Amerîka wê di mijara hebûna PYD/PKKyê li Minbicê û alîkariya Amerîkayê bo rêxistinê da mekanîzmayeke hevbeş ava bikin" da Mattis wiha bersiv da, "Ez nikarim bêjim ku me ev yek bi temamî çareser kirin. Wate, em li ser van dixebitin. Em di vê mijarê da bibiryar in."
Wezîrê Parastina Amerîkayê Mattis herî dawî ew yek jî li gotinên xwe zêde kir ku divê xebat bê kirin ka ev mekanîzma wê li Efrînê jî çawa bişixule.