Sevim Hatun
24 Adar 2017•Rojanekirin: 24 Adar 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "(Biryara çûna Almanyayê) Niha di rojeva min da tiştekî wiha tuneye. Êdî wê 16ê Nîsanê rojevê diyar bike. Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin. Dibe ku ew jî rûbirû bimînin."
Erdogan di weşana hevpar a CNN Turk û Kanal Dyê de pirsên der barê rojevê de bersivandin û rojev nirxand.
-Parlementoyek dînamîk divê hebe
Serokomar Erdogan der heqê daxistina temen ji bo parlamenteriyê de got: "Niha madeya ku herî zêde ez li ser disekinim dibêjim divê ev bibe ye. Ez bawer im ku divê em niha xwedî parlamentoyekê zehf dînamîk bin. Wextê em parlamentoyekê wiha vekin wê pê pêşiya ciwanê me jî vebe."
-Bi Serokomarê Almanyayê Steînmeîer re hevaltiyek me ya baş hebû
Serokomar Erdogan der barê daxuyankya Serokomarê Almanyayê de wiha axivî:
"Xemgîn im, min nedixwest tiştekî wiha çêbibe. Bi Serokomarê Almanyayê Steînmeîer re hevaltiyek me ya baş hebû; digel vê yekê rabû daxuyaniyek da. Bi vê daxuyaniyê ez kirim hedef. Navê min hilda di vê daxuyaniyê de. Xwezî daxuyaniyeke wiha neda. Wextê ez behsa zordariya faşîzan a li Almanyayê dikim, ez di nav tesnîfa wê de didim. Wextê ez dişibînim Naziyê, ez vê di nav pênaseya wê de îfade dikim. Heman tişt ji bo Hollandayê jî derbasdar e."
Serokomar Erdogan der barê çûna Almanyayê de got:
"Niha di rojeva min da tiştekî wiha tuneye. Êdî wê 16ê Nîsanê rojevê diyar bike. Dibe ku piştî 16ê Nîsanê hûn bi gelek surprîzan re rûbirû bimînin. Dibe ku ew jî rûbirû bimînin."
-Lewra hedef 2019 ye
Serokomar Erdogan li ser bibîrxistina gotinên Devlet Bahçelî yên der barê alîkariya serokomar de ev gotin:
"Wextê em hatin bal hev, em li ser hin mijaran axivîn lê ji bo evana hê pir zû ye. Lewra hedef 2019 ye. Gelo ew ê berî 2019an çi bibe? Ew jî mijareke din e. Halê hazir niha heta 2019an hikûmetek heye. Gelek tiştên di teserufa hikûmeta me ya heyî de hene. Em bibêjin ku piştî 2019an hilbijartinek were kirin û şexsê min wekî namzed bê nîşandan, ew mijareke din e. Neyê nîşandan ew jî mijareke din e. Evê kengê bibin? Piştî mijdara 2019an."
- Qedexeya Emrîkayê ya ser seyeheta balafiran
Serokomar Erdogan li ser pirsa der heqê seyehatên Emrîkayê de, negirtina amûrên elektronîk bo balafiran wiha axivî:
"Hêviya min ew e ku di demeke kurt de dev ji vê şaşiyê berde. Belê tiştekî rast e ku li ser ewlehiyê bisekine. Lê divê ev mijar neyê mezin kirin, fikra min ev e. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo welatên din jî ev neheqî ye. Li dinyayeke modern ji têlefonên destan bigire heta laptopan hemû tiştî ji cîhazên X-rayê derbas dikin û wisa dişînin, di nav van de akademîsyen hene, karsaz hene."