Mesut Zeyrek
01 Adar 2024•Rojanekirin: 01 Adar 2024
Hat ragihandin ku li eyaleta Saksonya Jêrîn a Almanyayê di encama êrîşa çekdarî ya li ser malekê da 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya polês û dozgeriyê da hat diyarkirin ku li bajarokê Scheessel a eyaletê, danê sibê kesekî çekdar êrîşî malekê kiriye.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da 1 jê zarok 4 kes hatin kuştin.
Di nûçeyên çapemeniya herêmî da hat îdiakirin ku gumanbar êrîşî mala hevjîna xwe ya berê kiriye û kesên li malê kuştine.
Hat ragihandin ku gumanbar personelê Hêzên Çekdar ên Almanyayê ye û piştî bûyerê teslîm bûye.
Der barê bûyerê da lêpirsîn hat destpêkirin.