Elif Orhan
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê vekirina fermî ya sala perwerdeyê ya 2018-2019 a Dibistana Maarîfê ya Navneteweyî ya Hewlêrê hat kirin.
Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Mehdî Eker, Wezîrê Perwerdeyê yê HKIyê Piştîwan Sadiq, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, Serqonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Hakan Karaçay, Endamê Heyeta Mutewellî yê Weqfa Maarîfê ya Tirkiyeyê (TMV) Dr. Mustafa Goksu, Endamê Lijneya Birêvebirinê ya TMVê Yunus Torpîl û Kordînatorê Herêma Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn ê TMVyê Ramazan Turgut û gelek siyasetmedar, akademîsyen û dê û bav beşdarî vekirinê bûn.
Di vekirinê de vîdeoya nasandinê ya Dibistana Maarîf a Navneteweyî ya Hewlêrê hat nîşandan û xwendekaran stran gotin û helbest xwendin.
Parlementerê Diyarbekirê yê AK Partiyê Mehmet Mehdî Eker di vekirinê de axivî û got wisa difikire ku Dibistana Maarîf a Navneteweyî ya Hewlêrê di piştgirî bide pêşketina têkiliyên dualî.
Eker destnîşan kir ku dê xwendekarên li HKIyê ji dibistana navborî bi perwerdeyeke baş mezûn bibin û qal kir ku divê li serê bifikirin ka di pêşerojê de kîjan qadan de çêtir hevkarî bê kirin.
Eker bal kişand ku di navbera welatên nêzî hev de dibe ku carna pirsgirêk derkevin û wiha axivî:
"Dibe ku der barê him mijaran de fikrên me ne wekî hev bin. Em divê destûrê nedin kesên ku me nas nakin û nûnerên fikrên ku ji sedsalan vir ve hewl didin ku zirarê bidin me û vê şaristaniyê."
- "Bi gelê Tirkiyeyê re têkiliya me ya biratiyê ya dîrokî heye"
Wezîrê Perwerdeyê yê HKIyê Piştîwan Sadiq jî diyar kir ju Dibistana Maarîf a Navneteweyî ya Hewlêrê di standartên navneteweyî de perwerdeyê dide û got ku dibistan yek ji geşedanên dawîn ên HKIyê yên di warê perwerdeyê de ye.
Sadiq got ku "Bi gelê Tirkiyeyê re têkiliya me ya biratiyê ya dîrokî heye. Ez hêvî dikim ku ev dibistan peywira pireyê bi cî bîne û bibe wesîle ku têkilî bêtir pêş bikevin."
"Em ji bo gihandina qasidê dilan li vir in"
Endamê Heyeta Mutewellî yê TMVyê Dr. Mustafa Goksu jî bi bîr xist ku weqf di sala 2016an de bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat avakirin.
Goksu diyar kir dixwazin ku li 193 welatî hebin û wiha axivî: "Lê belê me xwest ku em pêşî li erdnîgariya dil û sînorê xwe de cî bigirin. Em îro bi birayên xwe yên Hewlêrî re ji bo ku qasidên dilan ên jixwebawer, hezkiriyê welatê û di warê akademîk de bi cîhanê re dikeve pêşbaziyê bigihînin li vir in."