Nihat Kavşut
18 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
MOSKOW
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn: "Terorîstan li başûrê Feratê welatiyên Amerîka û Ewropayê dîl girtin."
Putîn li Soçiyê di civîna Kulûba Nîqaşê ya Navneteweyî ya Valdayê da li ser geşedanên dawîn yên li Sûriyeyê diqewimin axivî.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn destnîşan kir DEAŞa rêxistina terorê li seranserê Feratê li herêma ku di destê Amerîkayê da ye hebûna xwe zêde kiriye û wiha got: "Terorîstan li başûrê Feratê welatiyên Amerîka û Ewropayê dîl girtin. Terorîstan 700 kes dîl girt û 10 kes îdam kirin."
Putîn diyar kir li rojhilatê Feratê li herêma di destê Amerîkayê da ye kes nizane çi diqewime û got li wir hê jî hêzên DEAŞê hene.