Önder Beyter
26 Sibat 2018•Rojanekirin: 26 Sibat 2018
KABUL
Li Efxanistanê 12 lîse û 3 dersxaneyên girêdayî FETOyê dewrî Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê kirin.
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz û hemtayê wî yê Efxan Mihemed Îbrahîm Şînwarî beşdarî merasima dewr û teslimê ya ku li paytext Kabulê li Navenda Çapemenî û Enformasyonê hat lidarxistin, bûn.
Di merasimê da peymana ku 12 lîse û 3 dersxaneyên girêdayî FETOyê yên li Efxanistanê dewrî Weqfa Mearîfê ya Tirkiyeyê dike, hat îmzekirin.