Muhammet Kurşun
09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2017
MÛSIL
Serokwezîrê Iraqê Heyder El Îbadî der barê rizgarkirina Mûsilê de got: "Dinyayê bawer nedikir ku emê ew qasî zû DEAŞê têk bibin"
Li gor xebera televizyona dewletê ya Iraqê Îbadî di axaftina xwe de wiha nirxandin kir:
"Dinyayê bawer nedikir ku emê ew qasî zû DEAŞê têk bibin. Ez pîrozbahiyê li hêzên me yên ewlehiyê dikim."
Îbadî diyar kir ku dê ji bo avakirina jêrxaneya Mûsilê û xizmeta bajêr de bi ehemmiyet hereket bikin û got serkeftina li Mûsilê bi saya fedakariya hêzên ewlehiyê pêk hatiye.
Îbadî avahiya Walîtiya Mûsilê jî ziyaret kir.