ANTALYA (AA) - Di Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya ji lîstikvanên bîst salî biçûktir de, Tîma Neteweyî ya Iraqê û Tîma Neteweyî ya Misrê di koma Eyê de hatin hemberî hevdu. Di dawiya maçê de Tîma Iraqê, Tîma Misrê 2-1 têk bir. Rahênerê Tîma Neteweyî ya Iraqê Hakim Şakir der heqê maçê de wiha got: "Em di koma Eyê de derketin rêza yekemîn. Em dixwazin Şîliyê jî têk bibin û serkêşiya xwe bidomîn in."
Piştî qezenckirina maçê fotbolîstan Şakir li ser milên xwe gerandin. Şakir paşê jî civîna çapemeniyê li dar xist û got: ''Bi zorê be jî me Tîma Misirê têk bir. Ji ber vê yekê em gelek kêfxweş in.''
Şakir wiha dewam kir: "Fotbolîstên me heta dawiya maçê ji dil û can lîstin û bi ser ketin. Ji bo vê jî ez wan pîroz dikim. Ez spasiya alîgirên ku 90 deqiqeyan piştgirî dane tîma me jî dikim û vê serkeftinê diyarî li alîgiran dikim."
Şakir diyar kwiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di vê maçê de biserketin lê em ê sist tevnegerin û ji bo maçê paşerojê em dê xebatên xwe bi heman awayî bidomînin.''
- Aliyê Misirê
Rahênerê Tîma Neteweyiya Misirê Rabie Yassîn jî wiha got:'' Em bi fikra qazanckirinê derketin qadê, mixabin me di deqîqeya 79. de gol xar. Ji ber vê yekê hêviyên me şikiyan û em xemgînin.'' Yassîn wiha axivî, me ji pozisyonên golan ên ku bidest xist sûd negirt û em negihiştin armanca xwe.