01 Adar 2018•Rojanekirin: 02 Adar 2018
ANKARA (AA) - Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag der barê biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de got: "Em baş dixwînin. Ez bawer im berdevkên Amerîkî bi xwe baş naxwînin. Heke ew cardin bixwînin wê baştir be."
Bozdag li Wezareta Perwerdeya Neteweyî beşdarî merasima îmzeyê ya Protokola Çêkirina Dibistana bi 16 Fergehî bû û pişt re pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirseke nîqaşên der barê hilbijartinê de Bozdag got nîqaşeke hilbijartinê ya hikûmetê û Navenda Giştî ya AK Partiyê tune, xebateke hilbijatinê tune.
- "Me biryar baş xwend"
Ji bo biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û şîroveyên Amerîkayê Bozdag got: Em baş dixwînin. Ez bawer im berdevkên Amerîkî bi xwe baş naxwînin. Heke ew cardin bixwînin wê baştir be. Dema hûn biryarê dinihêrin navê hin cihan tê rêzkirin. Xûtaya Rojhilat, Reqa û cihên din tên gotin. Di van wan de Efrîn tune. DEAŞa rêxistina terorê û yên eleqeya wan bi wan re heye dijî vê biryarê ne. Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Tirkiye li herêma Efrînê dike ji bo ku herêmê ji rêxistinên terorê paqij bike, aramiyê, aştiyê, îstiqrar û ewlehiyê li herêmê cardin pêk bîne hatiye destpêkirin û heta îro hatiye meşandin, wê ji vir şûn de jî dewam bike."
Bozdag got herêmê li dijî PKK, KCK, PYD, YPG û DEAŞa rêxistinên terorê têkoşîn tê dayîn û wiha axivî: "Ji aliyekî dibêjin 'em li ser DEAŞê bisekinin', ji aliyê din hewl didin rê li ber operasyoneke dijî DEAŞê tê kirin, bigrin. Li vir divê mirov dilsoz be."
- "Heta niha sivîlekî jî zirar nedîtiye"
Wezîr Bozdag rêxistinên terorê hemû yek in, mirov nikare bibêje yek baş e, yê din xirab e, PKK, PYD, YPG, KCK çi be DEAŞ jî ew e û divê li hember gişkan bi heman tevgerê va têkoşîn bê dayîn.
Der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Bozdag got heta niha sivîlekî jî zirar nedîtiye, ji ber vê ev biryar wê tesîrê li ser operasyonê neke û Operasyona Çiqlê Zeytûnê dervayî vê biryarê ye.
Bozdag got Wezareta Karên Derva kêfxweşiya xwe ya ji ber vê biryarê aniye zimên û divê li Xûtaya Rojhilat şert û merc baş bibin, alîkarî û derman bigihêje herêmê û wiha axivî: "Me ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman. Em baş dixwînin. Ez bawer im berdevkên Amerîkî bi xwe baş naxwînin. Heke ew cardin bixwînin wê baştir be."