Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di rûniştina serokan a ku di roja duyemîn a "2yemîn Lûtkeya Hevkariyê ya Tirkiye û Afrîkayê" ya ku li Malaboya paytextê Gîneya Ekvatorê tê lidar xistin de xitabî serokên hikûmet û dewletan û endamên delegasyonê yên ku beşdarî lûtkeyê bûn, kir.
Polîtîkaya vebûna Afrîkayê
Serokomar Erdogan got ku dema ku ez li ser peywira serokwezîrtiyê bûm di navbera salên 2002 û 2014an de têkiliyên bi Afrîkayê re gelek pêş ketin û me hewl da ku têkiliyên xwe yên bi parzemînê re zêde bikin. Erdogan got ku di sala 2005an de li Tirkiyeyê "Sala Afrîkayê " îlan kirin û vê polîtîkayê jî wekî "polîtîkaya vebûna Afrîkayê" bi nav kirin. Erdogan bi bîr xist ku di sala 2009an de li parzemînê 12 balyozxaneyên Tirkiyeyê hebûn, jimara balyozxaneyên welatên Afrîkayê yên li Ankarayê jî 10 bûn. Erdogan got ku niha li Afrîkayê 39 balyozxane û 4 serkonsolosxaneyên Tirkiyeyê hene û jimara nûnertiyên dîplomatîk ên welatên Afrîkayê yên li Tirkiyeyê jî derketin 32yan.
Saziyên curbicur ên bi xetere
Erdogan destnîşan kir ku digel terorîzm, sucên organîze û têkoşîna bi madeyên hişbir re, di xebatên ku li dijî xîzanî, bêperwerdeyî û nexweşiyên şofî tên kirin de, Tirkiye amade ye ku bi projeyên ku bala xwe dide encamê hevkariyeke xurt bike û wiha axivî:
"Ez dixwazim vir bala we bikişînim li ser mijareke din jî. Em dibînin ku hin rêxistinên curbicur ên bitalûke bi maskeya rêxistina civaka sivîl an jî dilkiriyên perwerdeyê hewl dide ku bandora xwe ya di navbera Tirkiye û hin welatên Ewropayê de zêde bike. Em vê jî bi baldarî dişopînin. Em hêvî dikin ku dostên me yên serokên dewlet û hikûmetan jî li dijî van rêxistinên ku li her welatê ku wir çalak in rêxistinên veşartî pêk tînin û êdî xebatên wan ên ajaniyê ber bi çav in, hesastir bin. Ev rêxistin Tirkiye jî di nav de li her welatê ku wir çalak in tehdîdeke mezin in. Ez dixwazim balê bikişînim ku em amade ne ku her cure agahiyên der barê vê rêsixtinê de parve bikin û li dijî vê rêxistinê têbikoşin."
Erdogan diyar kir ku ev lûtkeya duyemîn dê di navbera Tirkiye û welatên Afrîkayê de bibe qonaxeke nû û ji bo lûtkeya sêyemîn "Stenbol 2019" amade ye û em gelek dixwazin mazûvantiya we bikin. Erdogan xwest ku lûtke bi awayekî serkeftî derbas bibe.
Xanima Serokomar Erdogan Emîne Erdogan, Arîkarê Serokwezîr Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz axaftina Serokomar Erdogan a di rûniştina vebûna lûtkeyê de şopand.