Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Asayî ya 22emîn a Meclisa Îxracatvanên Tirkiyeyê de axivî.
Erdogan behsa mijarên rojevê kir û got ku divê di demek nêz de koalîsyan bê avakirin.
Erdogan wiha axivî: "Li welatê me kîjan serokî, kîjan siyasetmedarî piştgiriya gel hildabe di dema wî de Tirkiye pêşketiye û mezin bûye. Li çar aliyê Tirkiyeyê şer û pevçûn heye. Ji bo ku Tirkiye zirarê nebîne, alîkariyê bide birayên xwe divê bihêz be. Ji bo vê jî divê dema berwext a piştî hilbijartinê bilez bê temamkirin û Tirkiye berê xwe bide pêşerojê."
Erdogan got ku ji bo avakirina hilbijartinê 45 roj tê dayîn û ev jî heta navbera meha tebaxê ye û wiha dewam kir: "Wextê Tirkiyeyê ji bo bendêsekinê tune. Ji bo vê jî ez hêvî dikim ku di demek kurt de hikûmeta koalîsyonê bê avakirin."
"Siyasetmedar çareser nekin gelê çareser bike"
Erdogan got ku ji bo avakirina hikûmetê divê serokên giştî yên partiyên siyasî egoyên xwe dernexin pêş û wiha axivî: "Divê ev dem zêde dirêj nebe. Heke wisa bibe ev wezîfe yê bikeve li ser milê Serokomar û heke siyasetmedar vê çareser nekin, gel dê vê çarser bike. Em mecbur in vê bikin."
Serokomar Erdogan got ku bi koalîsyonê ve rewşeke ewlehî wê bikaribe li welêt çêbibe û wiha dewam kir: "Ya ku dikeve li ser milê partiyên me û serokên giştî ew e ku sebra gel, welêt û bi taybetî jî sebra aboriyê neqedînin û li gor berpirsyariyê tevbigerin. Li Tirkiyeyê bi zimanekî hevpar, hedefên hevpar û aqilekî hevpar ve koalîsyonek dikare bê avakirin û li welêt car din îstiqrar û ewlehî dikare çêbibe."
Erdogan got ku heke hikûmet neyê avakirin û rewşeke wiha çêbibe webala vê giran dê bibe.