Donald Trump sond xwar û bû serokê Amerîkayê yê 47emîn
20 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2025
Donald Trump di merasima li Kongreyê da sond xwar û bi awayekî fermî bû serokê Amerîkayê yê 47emîn.
Donald Trump got: "Ji bo ku ez Amerîkayê dîsa mezin bikim Xwedê jiyana min bexşand. Ji vir pê va polîtîkaya fermî ya hikûmeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jin û mêr, bi tenê du zayend in. Di demeke nêz da em ê navê Kendava Meksîkayê wek Kendava Amerîkayê biguherînin. Emê Qanala Panamayê paşde bistînin."
Serokê Amerîkayê Trump derbarê rewşa li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê da Rewşa Acil a Neteweyî îlan kir, got ew ê rê li ber koça dereqanûnî bigire û wan kesan dersînor bike.