Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş diyar kir ku hejmara kesên ji aliyê Sûriyeyê ji 18ê îlonê heta niha derbasî aliyê Tirkiyeyê bûn gihîşt 142 hezaran.
Kurtulmuş, di weşana zindî ya nûçeyan a TGRTyê de bersiva pirsên di rojevê de ne da.
Ji Kurtulmuş der heqê herêma bi ewle ya ku Tirkiye dê li aliyê Sûriyeyê ava bike hat pirsîn û wî jî ragihand ji bo herêma ku ji firînê re qedexeye û ji bo herêma tamponê biryara Neteweyên Yekbûyî lazim e û wiha pê de çû: "Heke roja ku bûyeran dest pê kir li wê derê herêma tampon bihata avakirin, ew rêxistina ku jê re DÎŞI tê gotin evqas rihet tevnedigeriya."
Kurtulmuş destnîşan kir ku lazim e gelên vê herêmê heşê xwe bînin serê xwe û wiha dewam kir: "Bila her kes bi vê yekê baş bizanibe, ji derve heta hetayê tu kes nabe dostê kurdên ku ji Kobanêyê direvin. Heke dostekî kurdên ku ji Kobanêyê direvin hebe ew jî dîsa Tirkiye ye."
"Em ji bo penaberên nû amadene"
Kurtulmuş, "Gelo dibe ku hêzek dixwaze kurdên li bakûrê Iraqê û Tirkiyeyê bike dijberê hev û ji bo vê yekê hewl dide?" bersivand û wiha got: "Dibe jî, em çûn serdana kesên ku hatibûn û me bi wan re xeberda, piraniya wan gotin 'Xwedê ji Tirkiyeyê razî be ku derî li me vekir.' Ji 18ê îlonê heta niha hejmara penaberên ku hatine Tirkiyeyê 142 hezar in."
Pêvajoya Çareseriyê
Di bernameyê de Kurtulmuş pêvajoya çareseriyê jî bi bîr xist û da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek kes piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Li hindir û derveyê welêt, hêjmara wan kêm bibe jî hin kes naxwazin pêvajoya çareserî biçe serî."
Kurtulmuş li ser pirsa "Gelo mirov dikare HDPê jî bike nav lîsteya kesên ku naxwazin?" wiha got: "Dibe ku hin kesên di nav HDPê de nin jî naxwazin pêvaja biçe serî hebin lê ez nikarim bibêjim ku hemû wisa nin. Di nav HDPê de jî kesên ku dixwazin ev bila demildest biçe serî û hel bibe hene."
"Piraniya endamên darazê gefên rêxistina paralelê xwarin"
Kurtulmuş derbarê kirênên rêxistina paralel de jî axivî.
Kurtulmuş, pirsa "Gelo di darazê de gefxwarinên rêxistina paralel didomin an na?" bersivand û wiha got: "Didome, di hilbijartinên darazê de vê yekê baş xuya kir. Em zanin ku piraniya civata darazê gefên rêxistina paralelê xwarin. Bi hin dek û dolaban ve dibe ku di hilbijartina Darazê de biserketibin lê ez wisa bawer dikim ku di ya dadgeh û dozgeran de heman encamê dê bidestnexin."