Ali Ebubekir Tokcan
06 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2021
Komeleya Doxtorên Rûyê Erdê ji bo welatiyên Sûriyeyê di navenda tenduristiyê da ku li Til Ebyad a bajarê Sûriyeyê ye xizmetê dikin.
Komeleyê daxuyanî da û ragihand ku ji roja qeyrana li Sûriyeyê dest pê kir heta niha ji bo şêniyên welêt di qada tenduristiyê da wan xizmet kir.
Ewilî navendên tenduristiyê li herêmên Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê ku hatibûn rizgarkirin hatin avakirin û paşê jî li Til Ebyada di nav herêma Hereketa Kaniya Aştiyê da cî digire navenda tenduristiyê hat vekirin. Li navendê ji bo şêniyên Sûriyeyê beşên daxîliye, nexweşiyên zarokan, nexweşiyên jinan, siheta diran, çavdêriya bilez, dev, poz û guh hatin vekirin û xizmet tê dayîn.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji kanûna 2020î heta îro 25 hezar û 575 muayene, 3 hezar û 576 mudaxeleyên bilez hatin kirin, 32 hezar û 847 piştevaniya derman hat dayîn û 5 hezar û 777 jî diran hatin tedawîkirin.
Hat gotin ku li navenda tenduristiyê her tim nebe jî ji bo pêşxistina xizmeta di qada sihetê da hewl tê dayîn û hat gotin ku li navendê 8 doxtor, 5 hemşîre, dermanfiroşek, kordînatorekî qadê û 10 jî îdarî bi tevahî bi 25 personelên herêmî xebat tên kirin.