06 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2021
Li Sûriyeyê kesên ku ji ber şerê navxweyî mal û milkên xwe hiştin û revîn, heywanên xwe jî hiştin.
Heywanhez Hanî Yasîn li bajarê Îdlibê pişîkên kesên ku piştî êrîşên rejima Beşşar Esed revîn, ji kuçeyan berhev kirin û wan li mala xwedî dike.
Yasînê 26 salî di şerê navxweyî da jiyana xwe didomîne. Digel ku bê kar e û tengasiya aboriyê dikişîne jî bi 35 pişîkan ra di heman malê da dijî.
Yasîn pişîk li kuçe û kolanan berhev kirin û wan xwedî dike û pişîkên ku nexweş dikevin jî wan dide tedawîkirin.
Yasîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, "Her serê sibê dema ku ez şiyar dibim, berê xwe didim dikanên ku goşt û mirîşkan difiroşin û ji pişîkan ra xwarinê peyda dikim."
Yasîn daxuyand, ew piştî ku zikê pişîkan têr dike, wan paqij dike û wiha dewam kir, "Piştî êrîşên rejima Esed, min bi 5 pişîkên xwe va koç kir. Piştî ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê da agirbest hat îmzekirin, ez cardin vegeriyam mala xwe. Ez li vê derê xwarin û vexwarinê didim pişîkên kuçe û kolanan. Ji wan ra cihê mayînê dibînim."
Yasîn diyar kir, ji ber ku ew di tengasiyê da ye, nikare ji pişîkan ra xwarinê bistîne û wiha dewam kir:
"Ez diçim dikanên ku mirîşkan difiroşin û perçeyên ku tên avêtin tînim û didim pişîkan. Ez carinan jî xurekê ku diya min ji min ra çêdike, bi wan ra parve dikim."
Yasîn bangî heywanhezan kir û ji bo pişîkên xwe derman xwest û wiha dewam kir, "Em bi derfetên xwe yên kêm va derman dibînin û pişîkan tedawî dikin."