Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
NEW YORK
Serdozgeriya Herêma Başûr a New Yorkê ji bo ku cezayê dane Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halk Bankê yê ku li Amerîkayê di doza binpêkirina mueyîdeyên li ser Îranê da sûcdar hatibû dîtin were zêdekirin serî li dadgeha temyîzê xistibû, serdozgeriyê serîlêdana xwe paşda kişand.
Dozgeriyê bi hinceta cezayê dane Hakan Atîlla kêm e biryara dadgehê biribû dadgeha temyîzê û dozgerî ji serlêdana xwe vagêr bû. Dadgehê ji dozgeriyê xwestibû ku bira hincetên serlêdana temyîzê hetanî 6ê berfanbarê pêşniyaz bike.
Li bendê bûn dozgeriyê duh hincetên temyîzê pêşniyaz bike lêbelê dozgeriyê ji biryara xwe dev berda û serlêdana ji bo zêdekirina cezayê Atîlla paşda kişand.
Hakan Atîllayê di doza mueyîdeyên Îranê da 32 meh cezayê hebsê xwaribû jî biryara dadgehê biribû temyîzê, di tebaxê da bi navbeynkariya parêzerên xwe hincetên temyîzê pêşniyazî dadgeha jor kiribû, gotibû bêguneh e û beraeta xwe xwestibû.
Hakan Atîlla ew ê di 25ê tîrmehê da were texliyekirin.