Şeyma Yiğit
29 Tebax 2024•Rojanekirin: 30 Tebax 2024
Pavel Durovê Birêvebirê Bilind (CEO) û damezrînerê Telegramê yê ku di 24ê tebaxê da li Fransayê hat binçavkirin li mehkemeya hat derxistin bi 5 milyon euro kefalet û şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da Durovê ku bi "redkirina agahî dayîna otorîteyan" jî tê sûcdarkirin îro derket pêşberî dadger.
Dozgeriya Parîsê jî eşkere kur piştî ku 96 saetê maweya binçavkirina Durovê der heqê wî da 12 sûcdarkirin hene derkexistin mehkemeyê bi 5 milyon euro kefalet û şertê kontrola edlî serbest hat berdan, dê negirtî bê darizandin û hat qedexekirin ku derkeve dervayî Fransayê.