11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Wezareta Derva ya DYAyê îdia kir ku di xebatên lêgerîna çareseriyeke siyasî ya mayinde de li Sûriyeyê divê PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê jî li ser maseyê rûne.
Berdevkê Wezaretê Mark Toner di birifînga rojane da, bersiva pirsên nûçegihanê AAyê yên der barê serdema çareseriya siyasî li Sûriyeyê da.
Toner destnîşan kir ku ji bo dawîlêhatina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê "take rêya çareseriyê" ew e ku bi dû xebatên lêgerîna çareseriyê yên Neteweyên Yekbûyî da biçin.
Berdevk Toner got, "Mijara ku ka gelo wê kî yan kîja alî (di mizakereyên aştiyê da) amade bin, aîdê xelkê Sûriyeyê ye. Herwiha pêdivê kurdên Sûriyeyê jî tevlî pêvajoyê bibin."
Di bersiva pirsa "Gelo hûn dibêjin wê PYD jî li ser maseyê cî bigire?" Toner got, "Li gorî fikra me divê ew jî bibin parçeyekî vê pêvajoyê."
-"Heke ku PYD jî ne PKKye hûn çima çekan nadin wan jî?"
Tonerê ku PKK û PYDyê wekî du komên ji hev du cuda bin nirxand nexwest bersiva pirsa "Heke ku PYD jî ne PKKye hûn çima çekan nadin wan jî?" bide.
Toner got: "Em xesesiyeta PYDê ya li hemberî hikûmeta Tirkiyeyê zanîn û vê xesasiyetê didin ber çavên xwe."
Rayedarekî payebilid ê li Wezareta Karên Navxweyî ya DYAyê wezîfedar ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ev tiştekî nû nîne; divê PYD jî li ser masê be û wiha dewam kir:
"Ji bo çareseriyeke demdirêj lazim e PYD jî li ser masê be. Ev nayê wê wateyê ku wê hefteya pêşiya me li Cenewreyê bin; lê ji bo çareseriyeke mayinde divê ew jî li ser masê be. Berê jî em li hemberî vê yekê nebûn. Me herdem ev xwest."