11 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Barack Obama li bajarê Chicagoyê axaftina xatirxwestinê kir û got ku di 8 salên serokatiya wî da aborî di serî da di gelek beşan da ew serkeftî bûne û îdia kir ku welat li gor berê xweştir bûye û bangî gelê Amerîkayê kir ku "hêvîdar û jîr bin".
Obama di 20ê rêbendanê da wezîfeya serokatiyê dewrî Serokê hilbijartî Donald Trump dike.
Obama di axaftina xwe li McCormick Placeyê da got ku wî di nav 8 salan da bersiv daye hêviyên raya giştî ya Amerîkayê û diyar kir, wê "bê pirsgirêk" serokatiyê dewrî Trump bike.
Obama der heqê qewlê Trump ê der barê reforma tenduristiyê da wiha got, "Heger alternatîfeke çêtir bînin, ezê eşkere piştgiriyê bidim."
Obama di axaftina xwe da pirî caran bal kişand ser demokrasiyê û îdia kir ku di serdema serokatiya wî da xweşbînî û tehemula di navbera nijadên cuda yên li DYAyê baştir bû.
- Qet qala Sûriyeyê nekir
Obama der barê polîtîkaya dereke da gelek şîrove nekir û herwiha qet qala şerê navxweyî yê Sûriyeyê nekir. Digel vê Obama behsa kêşeyên Rojhilata Navîn jî nekir.
- "Me nehişt li misilmanên li Amerîkayê niheqî were kirin"
Obama diyar kir ku di heyama serokatiya xwe da li gor zagonan têkoşîna dijî terorê meşandiye û wiha got: "Loma jî me dawî li êşkenceyê anî. Ji bo girtina Girtîgeha Guantanamoyê me hewl da. Me nehişt li misilmanên li Amerîkayê niheqî were kirin. Em li gor demokrasî û hiqûqê tevgeriyan."
Obama îdia kir ku Rûsya û Çîn di "eyarê DYAyê da nînin" û got ku heta em dev ji nirxên xwe bernedin em ê tim pêşketî bin.
- Kuba, Îran û Usame bîn Ladîn...
Barack Obama bi bîr xist ku çaxê hat wezîfeyê dibê di polîtîkaya derva da bi pirsgirêkên girîng va rû bi rû bima, di mijarên Kuba, Îran û Usame bîn Ladîn da "serkeftî" bû.
Obama wiha pê da çû: "8 sal berê min ji wê ra gotibû ku em ê bi Kubayê ra pelgekî temîz û teze vekin, fîşengekê jî neteqînin û bernameya nukleerê ya Îranê bi dawî bikin, pîlankarê 11ê Îlonê ji holê rakin, we dikaribû ku bigota ev karekî hêsan nîne lê belê ya ku me kir ev e."
Obama bangî welatiyên Amerîkayê kir ku bira "hêvîdar" û "bi dîrayet" bin û got, "Erê em dikarin bikin, erê me kir."
Obama piştî axaftina xwe bi Mîchelleya jina xwe, Malîa Obamaya qîza xwe, Joe Bîdenê Alîkarê Serokê DYAyê û Jîll Bîdena jina wî ra beşdarvan selam kir.