19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
WASHINGTON
Wezîrê Parastinê yê DYAyê James Mattis got ku ew ê 3 hezar leşkerê din jî bişîne Efxanistanê.
Mattîs li Pentaganê daxuyaniyek da rojnamevanan û wiha axivî:
Pîlana me ew e ku nêzî 3 hezar leşkerê din jî bişînin Efxanistanê, lê hin hûrgilî mane, me hê îmze nekiriye."
Piştî şandina van leşkeran li Efxanistanê wê jimara leşkerên DYAyê bibe 14 hezar.
Ji Pentagonê di meha tebaxê da daxuyaniyek hatibû dayîn û di daxuyaniyê de gotibûn li Efxanistanê 11 hezar leşkerên DYAyê hene.