19 Îlon 2017•Rojanekirin: 19 Îlon 2017
QUDIS
Hat ragihandin, Amerîka û Îsrailê li başûrê Îsrailê, Çola Necefê (Negew) baregeha parastina fuzeyê ava kir û baregeh hat vekirin.
Li gor nûçeya têlevîzyona Kanal 2yê ya Îsrailê Fermandarê Parastina Fuzeyan a Îsrailê General Zvika Haimovich got: "Me cara ewil bi dostên xwe yên amerîkayî ra li Îsrailê baregeha parastina fuzeyê ya leşkerî ava kir û vekir."
Îsrailê par di meha nîsanê da jî daxuyandibû ku bi navê "Kewkaniyê Dawûd" pergala parastina fuzeyê ya nû kire dewrê.