10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2016
WASHINGTON (AA) - Hêza Deryayî ya DYAyê, vidyoyek belav kir, ku tê da xuya dibe, keştiyeke cengî ya Îranê meha çûyî roket diavêje û di nêzîkî keştiya balafiran ya DYAyê ra derbas dibe.
Vidyoya ku tê îdiakirin di 26ê berfanbarê da, li tengava Hurmizê, ji helîkotêra Amerîkanî ya Seahawkê hatiye girtin, tê da xuya dibe ku ji keştiyeke cengî ya Pasdarên Îranê çend caran roket tê avêtin.
Vidyoya ku nêzîkî 30 saniyeyan e û reş û sipî ye, tê da xuya dibe ku keştiya balafiran ya DYAyê Harry S. Truman bi qasî 1370 metrî nêzîkî keştiya Îranê ye û herwiha ji bilî van xuya dibe ku di tengavê ra hinek keştiyên din yê cengê û yên bazirganiyê jî derbas dibin.
Fermandariya navendî ya DYayê heftaya raborî ev bûyer ragihandibû û îdia kiribû ku keştiya Îranî berî ku roketan biavêje bi 23 deqîqeyan, der barê tetbîqatê da danezanî kiriye. Lê Îranê ev bûyer ret kiribû û weke provakasyona rayedarên Amerîkanî nirxandibû û gotibû ev "beşek e ji cenga psîkolojîk".