Derkete holê ku DYAyê di sala 2012an de xwestiye ku bi Hemasa ku wek "rêxistina terorê" qebûl dike re têkeve têkiliyê.
Li gor xebera ku rojnameya Guardîanê ya îngilîzan weşand û notên îstixbaratê, rayedarekê Teşkîlata Xeberhildana Navendê ya DYAyê (CIA) di sala 2012an de bi rayedarekê îstixbarata Afrîkaya Başûr ê ku tê zanîn ku têkiliya wî bi Hemasê re heye re hat bal hev û jê alîkarî xwest ku bila têkiliya wî bi Hemasê re dayne.
Hat ragihandin ku sîxurên Afrîkaya Başûr û yên DYAyê li Qudsa Rojhilatê hatine bal hev û di noteke îstixbaratê ya ku di 29ê hezîrana 2012an de hatiye nivîsandin de jî tê gotin ku "Sîxurê CÎAyê ji bo ku bi Hemasê re têkeve têkiliyê bêçare ma û ji îstixbarata Afrîkaya Başûr alîkariyê dixwaze."
Di nota agahiyê ya sixûrê Afrîkaya Başûr de wiha hat gotin: "Heke ji bo daxwaza CÎAyê bersiveke erênî bê dayîn em dikarin der barê serekeyên îstixbarata DYAyê de bibin xwedî fikir."
Wek mayîn di belgeyan de hat dîtin ku Serokê DYAyê Barack Obama di sala 2012an de ji bo ku dewleta wan di Neteweyên Yekbûyî de bibê çavdêr, Serokê Dewleta Filistînê Mehmud Ebbas jî tehdît kiriye.
Di raporeka îstixbarata Afrîkaya Başûr a mijdara 2012an de jî tê gotin ku reyaderekê îstixbarata Filistînê der barê axaftina li ser têlefonê ya di navbera Obama û Ebbas de agaghî daye wan. Li gor raporê, rayedarê îstixbaratê diyar kir ku Obama ji bo ku di NYyê de hewl bide Ebbas tehdît kir.
Yekeya lêkolînê ya kanala El Cezîreyê belgeyên îstixbaratê yên di navbera 2006 û 2014an de bidest xistibû û bi rojnameya Guardînê re parve kiribû.