Sevim Hatun
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer, êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê hat kirin, şermezar kir. Spicer got ku ev êrîş "nayê qebûlkirin" û wiha îfade kir "Ev êrîşa menfûr nayê piştguhkirin."
Berdevk Spicer di civîna çapmeneiyê ya xeyrîfermî ya li Qesra Spî hat lidarxistin de pirsên rojnamegeran ên derbarê êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê de bersivandin.
Sean Spicer di daxuyaniya derbarê êrîşa bi çekên kîmyewî de got ku sedema van "êrîşê xayin" ên li Sûriyeyê diqewimin, qelsbûna serdema Obama ye û got di vê merhaleyê de "Li Sûriyeyê guhertina rejimê vebijarkeke rast nîne."
Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer, êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê hat kirin, şermezar kir. Spicer got ku ev êrîş "nayê qebûlkirin" û wiha îfade kir "Ev êrîşa menfûr nayê piştguhkirin."