NEW YORK
Hêzên Hewayê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) êrîşî hêzên DÎŞIyê yên li Iraqê kir.
Berdevkê Wezareta Parastinê (Pentagon) John Kîrby daxuyanî da û wiha got: "Firokeyên şer ên DYAyê vê sibê di saet 06.45an de, êrîşî hêzên DÎŞIyê kir. Du firokeyên F/A 18, êrîşî yekîneyên topavêj ên DÎŞIyê yên êrîş dibirin li ser hêzên kurdên li Hewlêrê kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fermandariya Navendî ya DYAyê bi destûrdayina Serok Barack Obama biryara êrîşkirinê da û wiha hat gotin: "Wekî ku Serok jî bi eşkereyî îfade kir, artêşa DYAyê êrîşî hezên DÎŞIyê yên ku ji bo wan xetere ye dê bike."
Obama, duh êvarê destûra êrîşa hewayî dabû artêşa DYAyê.