ENBAR
Hat ragihandin ku li Hadîseya navçeya Enbara bajarê Iraqê endamên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) bi hêzên ewlehiyê yê bajêr re şer kirin. Di vî şerî de 25 endamên DÎŞIyê hatin kuştin.
Serokê Meclisa Bajarê Enbarê Sabah Karhut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di şerê navbera DÎŞI û hêzên ewlehiyê de ji DÎŞIyê 25 kes hatin kuştin.
Ji polêsan 2 û ji hêzên êşîran ên ku piştgirî dan hêzên ewlehiyê jî 3 kes birîndar bûn.
Karhut destnîşan kir ku li herêmê milîtanên DÎŞI nemane.