Haydar Şahin
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên çekdar ên li rojhilatê Libyayê êrîşî herêma wargehên sivîlan a li başûrê Trablusa paytext kirin, di êrîşê da 2yên wan jin 3 sivîl hatin kuştin û dîmenên êrîşê di kamerayên ewlehiyê da hatin dîtin.
Milîsên Hefter ê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Rûsya piştgiriyê didinê êrîş birin ser herêma Zenatayê ya lê sivîl dijîn, dîmenên dema êrîşê bi destê Artêşa Libyayê hatin weşandin.
Dîmenên êrîşa milîsên Hefter birin ser sivîlan hatin weşandin
Di dîmenan da tê dîtin ku 3 kesên li rê dimeşin bi tesîra teqînê va li erdê dirêj dibin, parçeyên di teqînê da qetiyan e li der û dorê belav dibin û çiqlên daran belav dibin.
Artêşa Libyayê di van demên dawîn da li dijî Hefterê Fransa, Rûsya, MYE û Misir piştgiriyê didinê serkeftinên eskerî bi dest dixe.
Hefterê ji vir salek berê ji bo paytextê bi dest bixe fermana êrîşê dabû û lêbelê di vê demê da ji asta êrîşê derbasî asta parastinê bû. Hefterê li qadê şer dide der li dijî mitefîqên xwe rabûû hewla derbeyeke baş nehatiye amadekirin dabû. Ev gava Hefter li qada navneteweyî bibû sedema bertekan.
Hefter çend roj piştî hewla derbeyê wekî çare di serê remezanê da banga agirbestê kiribû.
Milîsên Hefter ligel meha remezanê êrîşên li dijî paytextê zêde kirin.