HEWLÊR
Komên çekdar ên ku rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) pêşengiya wan dike bi fiîlî sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ji holê rakirin.
Di navbera Iraqê û Sûriyeyê de 4 deriyên sînor hene. Deriyê Welîdê di destê artêşa Iraqê de ye, deriyên Pêşxebûr û Yaxrubiyeyê jî di destê pêşmergeyan de ne û deriyê Qaîmê jî di destê DÎŞIyê de ye. DÎŞI deriyê Ebû Kemalê jî bi dest xistiye. DÎŞIyê bandora xwe ya li dorbera çemên Ferat û Dicleyê zêde kiriye û bi saya deriyê Qaîmê rasterast di navbera Iraq û Sûriyeyê de bi bandor e. Rêxistin ji Raqaya Sûriyeyê bigire heta Ramadiya Iraqê kontrol bi dest xistiye.
Li Sûriyeyê rêxistinê Mumbuc, Raqa û Dêrazora nêzî sînorê Iraqê bi dest xistine. Li Iraqê jî gelemperiya herêmên erebên sunî di destê DÎŞIyê de ne. Felluce û Ramadiya Enbarê, Mûsil, Tikrît, Telafer, Selaheddîn û hin herêmên Diyalayê jî di kontrola DÎŞIyê de ne.
DÎŞI bi saya herêmên ku bi desrt xistine dîrekt di navbera Iraq û Sûriyeyê de diçe û tê. DÎŞIyê di dagirkirina Mûsilê de çek û muhîmatên ku ji Sûriyeyê anîn emiland. Piştî vekişîna artêşa Iraqê fuze û çekên ku bi dest xistin jî li Sûriyeyê li Cereblusa ser sînorê Tirkiyeyê dijî hêzên YPGyê emiland.
Prof. Dr. Kamuran Mentiqê ji Zanîngeha Selaheddînê Beşa Zanista Siyasetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bi awayekî pratîk sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ji holê rabûye. Bi bidestxistina DÎŞIyê li Rojhilata Navîn sînor radibin. Ev jî dê li herêmê bibe sedem ku hêzên mezin pevbiçin. Înşellah wisa nebe û ev pêk neyê."
Mentiq destnîşan kir ku dewletên herêmê Tirkiye û Îran û dewletên dinyayê Rûsya û DYA divê pozisyona berpirsiyariyê bigirin û wiha got: "Li gor nexşeyên ku diguherin divê çareseriyeke siyasî were dîtin. Ne li gor nexşeya dîrokî lê heke çareseriyeke siyasî bê xwestin li gor nexşeya heyî hereket bê kirin dê encam derdeve holê."
Tê gotin ku li Iraqê 6 hezar, li Sûriyeyê jî 5 hezar milîtanên DÎŞIyê hene. DÎŞI xwediyê îdeolojiyeke selefî ye û li Iraq û Sûriyeyê çalak e. Rêxistin dixwaze li Iraq, Sûriye, Urdun û Filistînê dewletekê ava bike. Rêxistin di sala 2004an de ava bûye û pêşengê rêxistinê Ebûbekir el-Bexdadî ye.