HEWLÊR
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), qeyrana sotemeniyê ya ku piştî êrîşên komên girêdayê Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DİŞI) dest pê kiribûn, hat protestokirin.
Komeke ku ji 200 kesî pêk dihat li Ankava taxa Hewlêrê civiya, rê ji çûnûhatinê re girt û çalakî li dar xist. Çalakvanan diruşmên wek "em ceyran, neft û avê dixwazin" berz kirin. Çalakvanan pişt re gef li hotêlên ku ceyranê wan vekirî bûn xwar û gotin "em di tariyê de ne, hûn jî ceyranên xwe vemirînin."
Di navbera polês û çalakvanan de rakêşî pêk hat. Polêsan mudaxaleyî koma ku belav nedibû kir û ji komê 6 kes jî hatin binçavkirin. Çalakvanên ku li ser mudaxaleya polêsan li kuçeyan belav bûn cardin civiyan û ji bo ku hevalên wan ên ku hatin binçavkirin bên berdan diruşme berz kirin. Çalakvanan çalakî domand û xisar dan wesayitên li der û dorê. Piştî ku kesên hatin binçavkirin hatin berdan çalakvanan dev ji çalakiyê berda.
Çalakî bi şev nêzî saet 01.10an de bi dawî bû.