Fatih Gazioğlu
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
WASHÎNGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Heather Nauertê der barê Ebû Mehdî Muhendisê Fermandarê Heşdî Şabiyê de ku niha li Kerkûkê ye got "Ew kes terorîst e."
Berdevk Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da der barê rola Muhendisê Fermandarê Heşdî Şabiyê de pirsên rojnamevanan bersivand.
Naurtê li ser pirsa ku "Muhendis li gor lîsteya DYAyê ya ku 2009an hatibû weşandin terorîst tê qebûl kirin û li Kerkûkê rola wî heye" de wiha axivî:
"Xeberên li ser vê mijarê min jî xwendin. Ew kesekî terorîst e. Ez nikarim bibêjim ev nûçeyên ku dibêjin 'Muhendis li Kerkûkê leşkeran kom dike' rast in, lê eger rast bin jî hêviya me ew e ku ew serkeftî nebin."
Nauertê li ser pirsa "Gelo hewce dike iraqî li dijî vê tedbîran wergirin?" jî wiha got: "Ew kes terorîstek e, lê ez nikarim ji vê gotinê zêde tiştekî din bibêjim."
Li gor daxuyaniya Ajansa Ewlehiyê ya Rêveberiya HKIyê ya ku li ser hesabê twîtterê hatibû dayîn, duh li rojhilatê bakurê Mûsilê di pevçûnan de, pêşmergeyan 3 tank, 5 hummer û wesayîteke bizirx yên hêzên Iraqê û Heşdî Şabiyê îmhe kiribûn.
Di daxuyaniyê de hatibû gotin ku operasyona ku dijî pêşmergeyan tên kirin, ji aliyê Ebû Mehdî Muhendis û Hadî Amîriyê fermandarê Tuxayên Bedîrê va tê meşandin.