Haydar Şahin
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku leşkerên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 5 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat destnîşankirin ku di operasyonên ku bi şev li hin herêmê Şerîeya Rojava hatin kirin da 5 welatiyên Filistînê bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" hatin binçavkirin.
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku leşkerên Îsraîlê çaxa ji Yaebada gundê Cenîna navçeya Şerîeya Rojavayê vediqetiyan gule berî wan dan, leşkeran jî bersiv dan êrîşkaran. Der barê bûyerê da zêde agahî nehatin dayîn.
Hêzên Îsraîlê her tim diavêjin ser malên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên dagirkirî û bi hin hincetan welatiyên Filistînê binçav dikin.
Di girtîgehên Îsraîlê da 300ê wan zarok bi tevahî 7 hezar filistînî hene.