Ahmet Aydın
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ku pêşveçûna hêzên rêveberiya navendî li herêmên bi nîqaş, heta rojekê bê rawestandin.
Di daxuyaniua Nivîsgeha Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê de hat gotin,
Serokwezîr Ebadî bi mebesta bicîhkirina ekîba hevbeş ya hêzê federalî û yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê li herêmên nîqaş li ser, Pêşxabûr û sînorên nêvdewletî û herwiha ji bo nerijana xwînê di navbera mirovên heman welatî de, biryar da ku pêşveçûna hêzên rêveberiya navendî li herêmên bi nîqaş, heta rojekê bê rawestandin.