Ahmet Aydın
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
BRUKSEL
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (NY) Donald Tusk, derbarê ragihandina serxwebûnê ya Katalonyayê got, "Ji bo NYê tiştek neguherî. Wê take mixatebê me Spanya be."
Tusk piştî ku Katalonyayê serxwebûna xwe ragihand li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke kurt belav kir. Tusk destnîşan kir ku ji bo NYê tiştek neguheriye û got, "Wê take mixatebê me Spanya be."
Tusk anî ziman jî ku hêvîdar e hikûmeta Spanyayê li hember ragihandina serxwebûnê ya Katalonyayê, xwe ji bikaranîna hêzê dûr bigire.
Parlementoya Rêveberiya Xweser a Katalonyayê ku dikeve rojhilatê Spanyayê îro bi dengdayînekê serxwebûna xwe ragihandibû.