Nihat Kavşut
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
MOSKOVA
Mehmûd Ebasê Serokê Dewleta Filistînê destnîşan kir di hevdîtinên Rojhilata Navîn da navbeynkariya Amerîkayê qebûl nakin û wiha got: "Heger hevdîtineke navneteweyî çêbe em naxwazin Amerîka navbeynkarê tekane be, em dixwazin yek ji navbeynkarên cuda be."
Ebas li Moskovaya paytextê Rûsyayê bi Vladimîr Putînê Serokê Dewleta Rûsyayê ra axivî û diyar kir ji bona çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn li hember hevdîtinên navbeynkariyê yên piralî nînin.
Mehmûd Ebas destnîşan kir heger muzakere bên kirin wekî mînaka Îranê divê çar yan jî zêdetir dewletên navbeynkar hebin û wiha dewam kir: "Ji ber helwestên Amerîkayê em naxwazin di mijara statuya navbeynkar da pê ra hevkariyê bikin. Heger hevdîtineke navneteweyî çêbe em naxwazin Amerîka navbeynkarê tekane be, em dixwazin yek ji navbeynkarên cuda be."
Putîn jî destnîşan kir her dem piştgiriyê didin gelê Filistînê.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê 6ê Kanûna 2017an da destnîşan kiribû Qudsê wek "paytextê Îsraîlê nas dike" û telîmat dabû Wezareta Karên Derva ku balyozxaneya li Tel Avîvê bar bikin Qudsê.
Putîn beriya hevdîtina bi Ebas ra diyar kiribû ku bi Trump ra li ser têlefonê axiviye û çareserkirina meseleya Filistîn-Îsraîlê gotûbêj kirine.