Nihat Kavşut
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
BÊRÛD
Ehmed Herîriyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Mustaqbelê ku pêşengê wê Serokwezîr Saad Herîrî ye beriya hilbijartinên ku wê di 6 gulanê da bên kirin der barê helwesta tevgerê ya li ser siyaseta navxweyî ya Libnanê û mijarên herêmî da daxuyanî da.
Ehmed Herîriyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Mustaqbelê der heqê hilbijartinên li Libnanê, gef û talûkeya Îsraîlê û xebatên Hizbullahê da ji nûçegihanê AAyê ra axivî.
Herîrî diyar kir ji ber çavkaniyên xaz û neftê yên li Behra Sipî ya Rojhilatê û dîwarê ku Îsraîl li ser sînorê Libnanê çêdike di demên dawîn da di têkiliyên Tel Avîv û Bêrûtê da qeyran derdikeve û wiha got: "Ez bawer nakim ku Îsraîl dijî Libnanê şer bide destpêkirin û Hizbullah bersivê bide Tel Avîvê. Ji ber geşedanên herêmî ez tiştekî wiha texmîn nakim."
Ehmed Herîrî destnîşan kir heger Îsraîl mudaxele bike wê tiştên ku li Libnanê biqewimin cuda bin û wiha xeberda: "Artêş û dewleta Libnanê wê destûrê nede êrîşên ji beja û esman va bên kirin. Helwesta hemû Libnanê wiha ye. Tenê neyarekî me heye ku ew jî Îsraîl e. Divê em vê ji bîr nekin."
Herîrî li ser îdiaya "Hizbullah amade ye bersiv bide êrîşên Îsraîlê" û wiha got: "Rageşiya bi Îsraîlê ra nehatiye wê astê. Ev nûçe tenê di medyayê da derketine. Ez wer bawer nakim ku Hizbullahê dijî Îsraîlê eniyeke nû veke. Hizbullah jixwe li Sûriye, Yêmen, Iraq û hin dewletên Ereban di şer da ye. Îsraîl jî ji hin qeyranên li dewletên Ereban îstifade dike."
Ehmed Herîrî der barê hilbijartinên wê 6ê gulanê li Libnanê bên kirin da wiha got: "Tevgera Mustaqbelê wê li gor rêgezên xwe bikeve hilbijartinê. Xebatên ji bona tifaqa hilbijartinê dewam dikin. Ji xeynî Hizbullahê em ji bi hemû partiyên din yên mezin ra bona tifaqê amade ne. Wê bi Hizbullahê ra hevkarî neyê çêkirin. Lewra bingeheke me ya hevbeş tuneye."