Atila Altuntaş ,Selen Temizer
21 Gulan 2022•Rojanekirin: 22 Gulan 2022
Dîkran Egoyê edîtorê têlevizyona bi Siryanîkî weşanê dike der heqê alîkariyên ku Swêd dide PKKya rêxistina terorê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Egoyê Edîtorê Assyria TVya ku li Swêdê weşanê dike diyar kir ku Swêd her çiqas PKKyê wek rêxistina terorê bihesibîne jî li hemberî kar û barên rêxistinê xwe ker dike û wiha pê da çû: "Lewra ev kom êrîşî ser Siryanî û Êzdiyan dike. Divê çek û rextan nedin van koman û ji hêla aboriyê va piştevaniya wan neyê kirin. Swêd PKKyê wek rêxistina terorê dihesibîne lê di heman demê da li hemberî çalakîkirina wan û kar û xebatên li vê derê dikin jî dengê xwe dernaxe."
Di berdewamiya axaftina xwe da Ego got: "Ev komên di dest wan da çek hene û li Ewropayê jî di qada siyasetê da xwe nîşan didin her tim bi çavê xulamtiyê li me mêze kirin. Naxwazin Siryanî xwe îfade bikin û her carê ji ser komekê midaxele dikin. Di nav Siryaniyan da komên marjînal ên ji alî PKKyê va hatine avakirin hene. Ew di nav Siryaniyan da dibin sedema zext û dezenformasyonê."
Ego got ku Siryaniyên di bin zilma YPG/PKKyê da ne jî dixwazin bila Swêd piştevaniyê rêxistinê neke.