Gundê Cevîzagaça girêdayî navçeya Beytuşebaba Şirnaqê 25 salan berê hatibû valakirin. Ji ber vê yekê Besê Yaramişa (60) suryanî çûbû Swedê û li vir dijiya. Yaramişê wesiyet kiribû ku piştî mirinê li Çiyayê Katoyê yê li gundê wê, bê defînkirin.
Yaramişê 3 roj berê wefat kir û zarokên wê cinazê wê anîn Tirkiyeyê.
10 kîlometreyî dûrî Beytuşebabê 200 mirov û Şaredarê Beytuşebabê Yusuf Tekîn, xizmên Yaramişê û cinazê wê pêşwazî kirin.
Cinaze bi konvoyê anîn quntara Katoyê û ji wir heta serê çiyayê Katoyê li ser milan birin.
Ji navçeya Midyadê ya Mêrdînê Keşîş Îshak Ergun jî di nav qerebalixê de bû û di rê de dia kirin.
Yaramiş ev 25 sal in li xerîbiyê bû û wesiyet kiribû ku piştî mirinê cinazê wê li Çiyayê Katoyê bê veşartin.
Kurê Besê Yaramişê Aydin Yaramiş diyar kir, diya wî wesiyet kiribû ku li gundê wan bê definbikin û wiha axivî: "Em ji bo ku wesiyeta diya xwe bînin cih, hatin Çiyayê Katoyê. Qismet bû me wesiyeta wê anî cih. Ew kesên ku hatin cinazeyê ferq û cudatiya dînî nekirin û wezîfeya xwe mirovatiyê kirin. Mala wan ava. Xwedê ji her kesî razîbe."