Elif Irmak
16 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2020
Li Bexdaya paytextê Iraqê nexweşên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ên ku rewşa wan giran e li nexweşxaneyê dibin karantînayê da ne.
Li paytext Bexdayê kesên ku Kovîd-19ê giran derbas dikin li Nexweşxaneya Şifayê ya girêdayî dewletê di bin karantînayê da tên dermankirin.
Ekîba AAyê Nexweşxaneya Şifayê ya ji bo ku bi nexweşên Kovîd-19ê hat veqetandin û nexweşên wir tên dermankirin û xebatên peywirdarên tenduristiyê yên ku parçeyekê têkoşîna dijwar in kişand.
Xebatkarên nexweşxaneyê ji bo ku nehêlin nexweşî belav bibe bi hesasiyeteke mezin tevdigerin û bi tulim, pêşmal, maske û serderê tevdîrên xwe hildidin. Lêbelê wekî li gelek cihên welêt hat dîtin ku li nexweşxaneya navborî jî ji hêla hîjyenê va kêmasî hene.
Midûrê Nexweşxaneya Şifayê Rafîd Şakir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di destpêka şewba Kovîd-19ê da nexweşxane tam kapasîte dixebitiya û wiha axivî: "Di heyama ewil a şewbê da li nexweşxaneya me xwendekarên me yên li Vuhana bajarê Çînê dixwendin hatibûn razandin. Di nexweşxaneya me ya ku 250 nivînên wê hene di heyama ku şewb herî zêde ye da nêzî 200î nexweşên me yên nêz çêbibûn. Niha rewş baş e, em nexweşan nahlînin lêbelê ji ber ku dibistan vebûn em bifikar in ku şewb li van deran dîsa zêde bibe."
Şakir bal kişand ser daketina waqieyên Kovîd-19ê yên li Iraqê û da zanîn ku niha jimara nexweşên li nexweşxaneyê razandî nêzî 20î ye û qismek ji wan di unîteya nexweşiyên giran da ne.
Şakir got ku "Hema bêje hemû xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê heta ji nav wan hinek cara duyemîn bi şewbê ketin. Lêbelê personelên me piştî baş bûn vegeriyan mesaiya xwe."
Şakir behs kir ku li Iraqê pêla duyemîn nayê payîn û der heqê aşiyên Kovîd-19ê yên di rojevê da dê bigihêjin Iraqê yan na da jî ev gotin:
"Wezareta Tenduristiyê dixwaze ku aşiya herî guncav hilbijêre. Li Iraqê muhafazekirina aşiya Pfîzerê dibe ku hinek zehmet be lêbelê aşiya Çînê yan jî Îngilîz dê di beriya havîna pêş me bigihêje Iraqê."