Önder Beyter
13 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku ew amade ne ku "bêyî şert û merc" ligel Koreya Bakur rûnin.
Tillerson li paytext Washingtonê li dezgeha ramanî Atlantic Councilê polîtîkaya derva ya sala 2017an nirxand.
Tillerson di axaftina xwe da qala mijara Koreya Bakur jî kir û wiha got, "Me ji aliyê dîplomatîk va berê jî eşkere kir, Koreya Bakur kîngê bixwaze xeberde em amade ne ku bêyî şert û merc civîna ewil bikin."
Herwiha Tillerson bal kişand ku "wê pir bikêr neyê" wekî ew li bendê bin Koreya Bakur çekan dayne.
Tillerson diyar kir ku heger hewldanên dîplomatîk xelas bin wê demê wê rêbazeke leşkerî bikeve dewrê û wiha got.
Cudatiya nêrîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Karên Derva Tillerson a di warê polîtîkaya Koreya Bakur da berê jî di çapemeniyê da reng vedabû. Trump li hemberî Koreya Bakur helwesteke bêtir tund nîşan dide, lêbelê Tillerson giranî û girîngiya dîplomasiyê derdixe pêş.