04 Gulan 2017•Rojanekirin: 05 Gulan 2017
AZEZ/ANKARA
Xelkê sivîl ê ji herêmên bakurê Sûriyeyê li benda wê rojê ne ku vegerin ser xaka xwe ya ku di bin dagîrkeriya rêxistina terorê PKK/PYDyê da ye.
Sivîlên ku ji neçariyê ji Til Rifatê koç kirin û xwe spartin kampa "Sucu" ya li Azeza nêzîkî sînorê Tirkiyeyê, ji peyamnerê AAyê ra xeberdan.
Omer Ebû Elî ku ji neçariyê ligel malbata xwe, xwe spart kampê wiha got, "Ez ji Til Rifatê me. Ez dixwazim ku cardin vegerim gundê xwe û mala xwe bibînim. Di encama êrîşên rejim û ûris da PKK û PYDyê Til Rifat dagîr kir û berê xelkê wê jî da Sucu û Azeza ku li ser sînorê Tirkiyeyê ne."
Ebû Elî diyar kir ku ji ber êrîşên dû hev li bajarokê wan kesek nemaye û wiha pê da çû, "Hemû bi destê PKKyê ji gundên xwe hatin derxistin. Beriya tehcîrê bi sedan roketan êrîşî bajarok kirin. Rêxistinê mal û halê me xirab kir, serûbinî kir, xaka me dizî. Li Til Rifatê diziyeke mezin kirin."
Ebû Elî bal kişand ku xelkê kurd berpirsê vê dagîrkirinê nîne û wiha got, "Ev xak a me ye. Mîrata bav û kalên me ye."
Ebû Elî got ku li Til Rifatê malbatên kurd tunene û wiha dewam kir, "Em bêriya xaka xwe ya ku PYDyê dagîr kiriye dikin. Li Sûriyeyê heya ku em bajarokê xwe cardin bi dest bixin, çi siyasî çi jî leşkerî emê bi PKK û PYDyê ra şer bikin."

- "Di navbera rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK û YPGyê da tu ferq tune"
Mihemed Selûmê ji Til Rifatê ku midûrê berê yê dibistanê bû jî wiha xeberda, "Li Til Rifatê em bi sedan carî di bin êrîşên asîmanî da man. Êrîşên giran û xedar li hemberî hemû gundên bajarokê me pêk anîn û em ji xaka me cuda kirin."
Selûm bal kişand ku bi tenê daxwaza wan ew e ku vergerin gundê xwe, ser cih û warê xwe û wiha dewam kir, "Bi destê PKKya radîkal û nijadperest du lawên min hatin şehîdkirin."
Selûm bal kişand ku xelkê kurd jî ji destê van rêxistinên terorê tengezar in û wiha got, "Di navbera rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, PKK û YPGyê da tu ferq tune. Hemû jî qatil in. Bi destê van rêxistinên terorê ji her neferekî malbata min herî kêm du zarokên wan hatin şehîdkirin."
Selûm got ku ew dixwazin vegerin mala xwe û diyar kir ku jiyana li kampan û xerîbî pir zor û zehmet e.
Til Rifata navçeya Helebê û gundên wê, di sibata 2016an da di encama êrîşên yekîneyên Beşşar Esed û komên alîgirê rejimê da ketibû destê rêxistina terorê PKK/PYDyê.