Elif Orhan
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
WASHINGTON
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jîm Mattîs got ku li Şingalê hebûna PKKê Tirkiyeyê tehdît dike û got ku "Em dixwazin bibînin ku PKK ji herêma Şingalê vekişiyaye."
Mattîs ofîsa çapemeniyê ya li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ziyaret kir û der barê dersînorkirina dîplomatên ûris û hevdîtinên ku bi Tirkiyeyê re dewam dike û di gelek mijaran de nirxandin kirin.
Mattîs beriya pirsên rojnamevanan bide der barê li herêma Şingalê ya li bakurê Iraqê hebûna PKKya rêxistina terorê daxuyanî da.
Mattîs der barê mijarê de şîroveya "Li bakurê Iraqê li Şingala ku li aliyê din ê sînor cî digire tehdîda PKKê ya ser Tirkiyeyê heye. Hûn dizanin Amerîka PKKê wek rêxistineke terorê nas dike. Gelek Tirkên mesûm kuştin û em dixwazin bibînin ku PKK li herêma Şingalê vekişiyaye."
Mattîs der barê di operasyoneke muxtemel a Tirkiyeyê ya ser hêmanên PKKê ya li ser herêma Şingalê de dê Amerîka piştgiriyê bide yan na de got ku der barê operasyonên dahatûyê de nikare ku agahiyan bide.
- Di mijara hevdîtinên bi Tirkiyeyê re de xweşbîn e
Mattîs da zanîn ku Tirkiye li Efrînê pozîsyonên xwe xurt dike û li ser Minbicê tu lîvdarî nabînin, di mijara wir de bi Tirkiyeyê re bêyî ku tu xitimîn çêbe hevdîtin dewam dikin û got ku "Ez di wê mijarê de xweşbîn im ku em ê çareser bikin. Berê niha jî demên me yên dijwar çêbibûn."
Nûçegihanê AAyê pirsa "Niyeda Tirkiyeyê ya li Minbicê diyar e. Tirk dixwazin ku bikevin Minbicê û hêmanên YPGê ji bajêr bên derxistin. Hember bê yekê pêşniyaza Amerîkayê çi ye? Amerîka di vir de çi pêşniyaz dike?"kir. Mattîs li ser vê pirsê wiha axivî:
"Tirkiye hevkarekî NATOyê ye û em li gel hev sekinîn. Li Sûriyeyê bi taybetî di hin mijaran de nelihevkirinên me yên mezin çêbûn. Lê belê van tesîrê eşkerebûn û sixletiya hevdîtinên me nekir. Emê ji vê jî derbas bibin. Wekî ku min berê jî got ez şûna ku li ser çapemeniyê re der barê vê de biaxivim ez tercîh dikim ku rû bi rû (bi rayedarên Tirk re) biaxivim. Ev mijar ji bo Tirkan gelekî hesas e. Gelek mirovên wan ên mesûm hene ku di destê terorîstên PKKê de mirine. Tişta ku em wir (li Sûriyeyê) dikin ji holê rakirina DEAŞê ye. Di qadeke şer a tevîhev de em mecbûr in ku hemû aliyên pev diçin bidin pêş çav."
- Dersînorkirina dîplomatên Ûris
Wezîr Mattîs der barê digel Amerîkayê li gelek welatên Ewropayê jî dersînorkirina dîplomatên Ûris de got ku Rûsya ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve li Ewropayê cara ewil çekê kimyayî bi kar anî.
Mattîs der barê ji aliyê NATOyê ve betalkitina akredîtasyona 7 dîplomatên Ûris de got ku "Tenê wan dîplomatan dernexistin di heman demê de pozîsyonên ku ji bo Rûsyayê hatin veqetan jî betal kirin."