Elif Orhan
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
BATMAN
Hat tespîtkirin ku terorîstê Îranî yê bi nasnava "Egîd" ê ku yek ji 3 terorîstên ku di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr a li Sasona navçeya Batmanê ya ser PKKya rêxistina terorê de hatin berterefkirin e, kiryarê gelek êrîşan e.
Hat tespîtkirin ku yek ji 3 terorîstên ku di operasyona ku bi droneya Çekdar piştgirî hat dayîn ya ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li tanga Zore Deresiyê ya Hasanlara gundê Sasonê ya ser PKKya rêxistina terorê de hatin berterefkirin bombekarê rêxistinê ya bi nasnava "Egîd" e û ji Îranê ye.
Xebatên tespîtkirina nasnameya du terorîstên din ên hat tespîtkirin ku yek jê ji Sûriyeyê ye dewam dikin.
- Li şikeftê hatin tespîtkirin
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 22yê adarê de di operasyona ku seyê lêgerîna bombeyan "Oktan" û seyê şopandinê "Nazik" jî peywirdar bûn de di şikeftên ku lê terezin heye lêgerîn kirin.
Ekîbên cendirmeyan banga "teslîm bibin" li 3 terorîstên ku di şikeftekî de hatin tespîtkirin kir.
Terorîstê Îranî yê hat tespîtkirin ku bombevanê rêxistinê ye û nasnava wî "Egîd" eli ser banga hêzên ewlehiyê gule berdan û di pevçûna ku li ser vê yekê derket de hat berterefkirin.
Di operasyonên ku dewam dikin de du terorîstên din hatin berterefkirin.
- Mekanîzmayên bombeyê amade kiriye
Di lêkolîna ku hat kirin de hat tespîtkirin ku terorîstê bi nasnava "Egîd" li çolwarê navçeyên Kozluk û Sasonê êrîş kirine û mekanîzmayên bombeyê yên êrîşa di 9ê hezîrana 2017an a ku mamosteyê muzîkê Şenay Aybuke Yalçin tê de şehîd ket û ya li ser qereqola cendirmeyan a li bajaroka Bekîrhanê ya ku Çawîşê Pispor Elî Gulnar (34) û Çawîşê Pispor Soner Fazlioglu şehît ketin jî amade kiriye.
- Fermandarê qereqolê jî şehîd kiriye
Derket holê ku terorîst mekanîzmayên bombeyê yên ku di 24ê temûza 2017an de li Bayqana navçeya Sêrtê hat kirin, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Çukurcayê Binefser Serçawîş Yakup Akdag şehîd ket, li Batmanê êrîşa ku Çawîşê Pispor ê Cendirmeyan Gurcan Kepekçî û Serpelê Pispor Cendirme Şahan Sezer şehîd ketin amade kiriye, faîlê êrîşa ku di 25ê temûza 2017an de birin ser xeta neftê ya li Kozlukê ye.